Tokyo: Malovana yariyên olîmpîka 2020

Tokyo: Malovana yariyên olîmpîka 2020
malovaniya yariyên olîmpîka 2020
Hewlêr (Rûdaw) – Di hevrikiya navbera bajarên Tokyo, Madrîd û Stenbolê de bo malovaniya yariyên olîmpîka 2020, bajarê Tokoyo li hember hevrikên xwe biser ket. 


Hilbijartinên malovaniya yariyên olîmpîka 2020 duh (07.09.2013) bi beşdarî gelek welatan li bajarê Boyni Ayrisa paytexta Arjantînê hat sazkirin.


Di dora yekem a hilbijartinan de ku li ser bajarên Stenbol, Tokyo û Madrîd hat sazkirin, Tokyo û Stenbol derbasî fînalê bûn.


Di fînalê de Tokyo bi 60 dengan li hember 36 dengên Stenbolê bi ser ket û bi vî awayî wek malovana yariyên olîmpîka 2020 hat destnîşankirin.

تعليقات

المشاركات الشائعة